Xwecihiyên ENKSê endamên serbixwe hilbijêrin
PDK-S: Li bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve, xwecihiyên ENKSê duh 31ê Tîrmeha 2022yan civiya da ku endamên serbixwe hilbijêrin.
Civîn bi serpireştiya endamê Serokatiya ENKSê Mihemed Ismaîl û endamin din bi rê ve çû.
Îro jî jêderekê da zanîn ku endamên serbixwe ji bo beşdariyê di kongira ENKSê ya çarem de bikin hatin hilbijartin.
Biryar e di demeke nêzîk de ENKSÊ kongira xwe ya çarem li hundirî welêt li dar bixîne.