Xwecehiya Girkê Legê ya ENKSê civîna xwe ya asayî lidar xist

Xwecehiya Girkê Legê ya ENKSê civîna xwe ya asayî lidar xist

PDK-S: Encûmena xwecehiya Girkê Legê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê bi amedabûna piraniya endaman civîna xwe ya normal li nivîsgeha PDK-Sê li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê li darxist,û têde amedabûyan behsa berdewamiya çalakiyên şaxên bi ser xwecehiyê ve kirin .

Herweha di civînê de behsa pêşhateyên dawiyê li Rojavayê Kurdistanê û girtina deriyê pêşabîrê yê sînorî kirin, ku dergehê serekeye dergehê ku henaseya xelkê Rojavayê Kurdistanê bû , girtina wî bûya sedema têkdana jiyana xelkê , di dawiyê de behsa lidarxistina kongirê ENKSê hate kirin.