197 kes ji Rojavayê Kurdistanê penaberî Herêma Kurdistanê bûn

197 kes ji Rojavayê Kurdistanê penaberî Herêma Kurdistanê bûn

PDK-S: Pêleke penaberiyê ji Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye ew jî ji ber têkçûna ewlehiyê û xirabiya rewşa abûrî , pêl berdewame û ta niha sedan kes ji her nifşekê nexasim ciwanan gihiştine Herêma Kurdistanê.

Yekem girûb 53ê kurdên Rojavayê Kurdistanê penaberî Herêma Kurdistanê bûn, piştre 83ê kurdên din yên Rojavayê Kurdistanê penaberî Herêma Kurdistanê bûn, Lê îro Yekşemê 09 Çileya 2022an, amarek fermî derket têde dibêje, ku nêzîkî 200 kesî derbas bûne.

Karwan Etrûşî berpirsê ragihandinê yê koç û koçberan û bersivdana kirîzan li parêzgeha Duhokê ragihand, ku 197 penbarên Rojavayê Kurdistanê gihiştine Duhokê.

Navbûrî da zanîn, ku ew penaber li kampa Berdereşê hatine bicîkirin û pêdivî û alîkarî li ser wan de hatine dabeşkirin.

Berya niha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragehandibû, ku rojane kurdên Rojavayê Kurdistanê li gundê Sihêla berê xwe didine Herêma Kurdistanê , û dema ku dighine Herêma Kurdistanê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyan bi ser wan de dabeş dike.