Mihemed Ismaîl ligel nûnerên ragehandina PDK-Sê civiya

Mihemed Ismaîl ligel nûnerên ragehandina PDK-Sê civiya

PDK-S: Li bajarê Qamişlo berpirsiyarê ragehandina navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê li gel nûnerên ragehandina PDK-Sê civiya.

Roja Duşemê 10 Berçileya 2022an, Mihemed Ismaîl berpirsiyarê ragehandina navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li gel nûnerên ragehandina PDK-Sê civiya, û di civînê de li ser karê ofîsên ragehandinê û çaweniya pêşvebirina kar hate rawestandin.

Herweha di civînê de behsa pêşvebirina ragehandina PDK-Sê hate kirin, û ji bo pêşvebirinê sûd ji tevaya behreyan were wergirtin , û kar bi teknolojiya nû were kirin, û li ser hemûwan re rastgoya di peyama ragehandina PDK-Sê heye berdewam be.