PDK-Sê raporta xwe ya siyasî ya Berçileya 2021ê derxist

PDK-Sê raporta xwe ya siyasî ya Berçileya 2021ê derxist

PDK-S: Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê raporta xwe ya siyasî ya mehane ya Berçleya 2021ê derxist.

Di raporta xwe ya siyasî de PDK-Sê got, ku hîn danûstandinên Kurdî- Kurdî di navbera ENKSê û PYNKê de ji ber berdewamiya binpêkirinên PYDê û rêxistinên bi ser ve rawestiyan e.

Herweha ji ber êrîşa rêxistina bi navê Ciwanên Şoreşger bi kevir û dar û molotofan û binpêkirinên wê di dermafê karmendên dergehê Pêşabîr de, dergehê Pêşabîr Sêmalka hate girtin.

PDK-Sê amaje kir, ku kar û hewilne nû niha hene ji bo encamdana civîneke giştî li welatê Qeterê di vê mehê de û dê civîn hemî aliyên Opozisyona Sûriyê li xwe bigre.