Şandeke rêxistina Duhokê ya PDK-S serdana malbata Şheîd Mihemed Emîn Silo kir
PDK-S: Roja Sêşemê 18 Çileya 2022an, bi boneya 5mîn salvegera şehîdbûna şehîdê pêşmergeyê Leşkerê Roj Mihemed Emîn Silo şandeke rêxistina Duhokê ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê serdana malbata şehîdê pêşmergeyê Leşkerê Roj kir.
Şanda Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê bi serokatiya Hacî Kalo endamê komîteya navendî ya PDK-Sê û berpirsiyarê rêxistina Duhokê û Faydê ya PDK-Sê û endametiya jimareyek endamê Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê bû.
Di serdanê de Hacî Kalo behsa maf û deskeftên ku bi xwîna şehîdan hatine çespandin û bi destxistin kir, û giringiya qurbanîdana şehîdana di parastina xaka Kurdistana pîroz de.
Ji aliyê xweve malbata şehîd Mihemed Emîn Silo spasiya şanda Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê kir, û tekezî li ser pabendibûnê li ser rêbaza Barzaniyê nemir kir.