Mesrûr Barzanî: Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê li Kurdistaniyan pîroz be

Mesrûr Barzanî: Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê li Kurdistaniyan pîroz be

PDK-S: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzxanî Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik li hemû Kurdistaniyan pîroz dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 21ê Sibata 2024an, di Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik de, li tora civakî nivîsî: “Roja Zimanê Dayik li hemû Kurdistaniyan pîroz be”.

Roja 21ê Sibatê her sal wek Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik tê pîrozkirin. Di vê rojê de li seranserê cîhanê gelek çalakiyên ziman tên lidarxistin.

Yekem car UNESCOyê di 17ê Mijdara 1999an de, 21ê Sibatê wek Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik ragihand û piştre ji aliyê Komelaya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin.