Elmanya... Şandek ji rêxistina Ewropa ya PDK-Sê beşdarî di şîna Şêx Şamo de kir

Elmanya... Şandek ji rêxistina Ewropa ya PDK-Sê beşdarî di şîna Şêx Şamo de kir

PDK-S: Li Elmanyayê şandek ji rêxistna Ewropa ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê beşdarî di şîna şêx Şamo de kir.

Roja Şemiyê 22 Çileya 2022, li bajarê Bîlfîld li Elmanyayê şandek ji rêxistina Ewropa ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, ku ji endamên komîta navendî ya PDK-Sê Ebdulkerîm Hacî û Mihemed Sedûn , endamê desteya rawêjkariyê ya PDK-Sê Hisên Çolê û hejmarek ji endamên rêxistina Bîlfîld ya PDK-Sê li xwe digirt beşdarî di şîna şêx Şamo şêx Ne'mo serokê navenda Laleş ya rewşenbîrî , civakî û rawêjkarê serok wezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo karûbarên êzîdiyan kirin.

Roja Sêşemê 18 Çileya 2022ê serokê desteya bilind ya navenda Laleş şêx Şamo piştî rûbrûbûna nexweşiya vayrosa Koronayê koça dawî kir.