Şandeke ENKSê li gel cîgirê seroka perlemana Kurdistanê civiya

Şandeke ENKSê li gel cîgirê seroka perlemana Kurdistanê civiya

PDK-S: Cîgirê seroka perlemana Kurdistanê roja Çarşemê 02. 02. 2022, pêşwazî li berpirsiyarê komîteya peywendiyên derve ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê û şanda pêre kir.

Diktor Hêmin Hewarmî cîgirê seroka perlemana Kurdistanê pêşwazî li şandeke komîteya peywendiyên derve ya ENKSê bi serokatiya Kamîran Haco berpirsiyarê komîteyê, Ibrahîm Biro û diktor Ismaîl Hesaf endamên komîteya peywendiyên derve ya ENKSê kir.

Di civînê de dawîn pêşhateyên Sûriyê bi giştî û yên Rojavayê Kurdistanê hatine gotûbêjkirin, û tekezî li ser parastina mafên tevaya pêkhate û Netewan li Sûriyê hate kirin.

Herweha di civînê de herdu aliyan ronahî xistine ser nivîsandina destûrê Sûriya , û tekez kirin ku pêwîsta nasnameya kurdan li Sûriyê were parastin, û doza kurd li Sûriyê di rêya diyalogê ve were çareserkirin.