SRK-S revandina Mediyakar Sebrî Fexrî û Bawer Mela Ehmed şermezar kir

SRK-S revandina Mediyakar Sebrî Fexrî û Bawer Mela Ehmed şermezar kir

PDK-S: Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan -Sûriya SRK -S daxuyaniyeke şermezariyê derbarê revandina mediyakar Sebrî Fexrî û medyakar Bawer Mela Ehmed belavkir.

Di daxuyaniyê de, Sendîkeya Rojnamevanîn Kurdistan - Sûriya got, ku şeva Şemiyê 05 Sbata 2022ê de girûpeke çekdar devnuxumandî bi ser PYDê ve êrîşî mala nûçeghanê malpera Yekîtî Mîdiya Bawer Mela Ehmed herweha êrîşî mala nûçeghanê ARKê mediyakar Sebrî Fexrî kirin û telîfonên wan ji wan standin û berev cihekê nediyar ve birin û li pêş kes û karên wan hatin revandin.

Di heman rojê de desteya raghandinê ya bi ser PYDê ve biryar da karê tora medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê rawestîne, Ku heman desteyê biryara girtina nivîsgeha kenala Kurdistan 24 di 24 Hezîrana 2021ê de da.

Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan - Sûriya di daxuyaniya xwe de serbarkir, ku ev kiryarên PYDê yên bê berpiris ne nûye ji ber ku ev rêveberî ji dema rêveberiya devera Kurdî dike şerê raghandinê û mediyekarên nehevnerîn jêre dike û bi dehan ji binpêkirinan ji sala 2012an ve û ta niha di dermafê raghandkaran de hatine belgekirin .

Sendîkeyê di daxuyaniya xwe de got jî ku ev fişarên nû yên PYDê û revandina mediyakaran di çarçoveya binkeftina wê de tên, ev rêveberî mediyakaran weku dujminan dibîne.

Di dawiyê de encûmena Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistan - Sûriya got, ku ev hilmeta nû xizmeta destpêşxeriyên nêzîkbûna aliyên Kurdî nake û peyameke zelale ji ENKSê re ku xwe ji rêkeftinên berê didizin nexasim ku Sebrî Fexrî û Bawer Mela Ehmed endamên Partiyên sereke ne di ENKSê de û ev kiryar şermezarkir.