Di 13mîn salvegera şoreşa Sûriyê de... Amerîka tekezî li ser berpirsiyarî, dadperwerî û rêzgirtina mafên mirovan dike

Di 13mîn salvegera şoreşa Sûriyê de... Amerîka tekezî li ser berpirsiyarî, dadperwerî û rêzgirtina mafên mirovan dike

PDK-S: Amerîka tekez kir, ku berpirsiyarî, dadwerî û rêzgirtina ji mafên mirovan re li Sûriyê pêwîst in ji bo misogerkirina bidawîhatina şer li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmar 2254.

Bi helkefta 13mîn salvegera şoreşa Sûriyê, Balyozxaneya Amerîkayê li ser rûpela xwe ya facebookê wiha got: “Îro di 13mîn salvegera serhildana Sûriyê de, em hemû kesên ku di xebata rûmeta mirovî û dadperweriyê û aştiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.

Balyozxaneya Amerîka herwiha got: "Di dema ku rêjîma Esed û alîkarên wê kampanyaya xwe ya hovane li dijî gelê Sûriyê didomînin, em careke din tekez dikin ku berpirsiyarî, dadwerî û rêzgirtina ji mafên mirovan re pêwîst in ji bo misogerkirina bidawîkirina şer li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê 2254.