Israîlê derdora Şamê armanc kir

Israîlê derdora Şamê armanc kir

PDK-S: Artîşa Israîlê baregehên rêjîma Esed û hêzên Îranî li derdora Şamê armanc kirin û di encamê de jimareyek ji çekdarên rêjîmê hatin kuştin û birîndarbûn .

Artêşa Israîlê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, ku ji nava xaka Sûriyê mûşek bi ser Israîlê ve hat avêtin lê li ser esmanê Israîlê ew mûşek teqiya .

Herweha artêşa Israîlê serbar kir û got weke bersiv Israîlê êrîşî baregehên rêjîma Esed û hêzên Îranî li derdora Şamê kir .

Di vê derbarê de rêjîma Esed ji aliyê xwe ve ev yek piştrastkir, û got ku Israîl du caran bi mûşekan êrîşî baregehên wan li derodora Şamê kiriye û di encamê de çekdarekî wan wan hatiye kuştin û 5 çekdarên din jî birîndar bûne serbarî rûdana ziyanên madî mezin.