Elcerba bi cîgirê wezîrê Derve yê Emerîka civiya

Elcerba bi cîgirê wezîrê Derve yê Emerîka civiya

PDK-S: Serokê Bereya Aştî û Azadiyê li gel alîkarê cîgirê wezîrê derve yê Emerîka li paytexta Misrê civiya û jimareyek mijar derbarî rewşa Sûriyê gotûbêjkirin .

roja Çarşemê rêkefta 09 Sibata 2022an, Ehmed Elcerba serokê Bereya Aştî û Arzadiyê bi alîkarê cîgirî wezîrê derve yê Emerîka Îsan Goldirêtiş û bi amadebûna hevrêzkarê platforma Elqahîre Fîras Elxaldî re civiya, û di civînê de rewşa Sûriyê bi giştî , dawîn pêşveçûnên meydanî û siyasî li devera cizîrê gotûbêjkirin .

Herweha rewşa opozisyona Sûriyê bi giştî , û desteya danûstandkara Sûriyê û platfora Elqahîre û Bereya Aştî û Azadiyê beşekî dinê ya wê civînê bû .

Ji aliyê xweve alîkarî cîgirê wezîrê derve yê Emerîka helwêsta welatê xwe careke din nû kir, û got beriya çespandina dîtina çareseriyek siyasî ji kirîza Sûriyê re li gorî biryara Encûmena Navdewletî 2254 tû şer'ya rêjîma Esed nîne û di dawiya civînê de herdu aliyan tekezî li ser berdewamiya encamdana civîn û hevîtinan navbera wan de kirin .

Hevdîtina Goldirîtiş bi serokê Eniya Aştî û Azadiyê di çarçoveya gera şandiyê Emerîkî bo Rojhilata Navîn ku her yek ji welatê Urdun , Qeter , Îmarat , Misir , û Erbistana Seûdiyê li xwe di ger tê .