Serkirdayetia Leşkerê Roj berçavrûniyek belavkir

Serkirdayetia Leşkerê Roj berçavrûniyek belavkir

PDK-S: Serkirdayetiya Leşkerê Roj berçavrûniyek derbarê nûçeyeke dûr ji rastiyê, ku li ser rûpelên soşiyal Mîdiya belavbûye belavkir .

Serkirdayetiya Leşkerê Roj di berçavrûniya xwede got, ku jimareyek rûpelên ilktronî yên ser bi aliyekî dijminatiya Leşkerê Roj û rêbaz doza meya dadperwer nûçeyeke dûr ji rastiyê li ser Leşkerê Roj belavkirine.

Herweha serkirdayetiya Leşkerê Roj di berçav rûniya xwede got, ku di virde û weke erkekî Neteweyî û pabendibûn bi rêbaza Barzaniyê nemir pêwîste ji bo Raya Giştî ya Kurdî û Cîhanî re rabgihînin, ku tu peywendiya Leşkerê Roj bi vê daxuyaniya dûr ji rastiyê nîne.

Herweha serkirdayetiya Leşkerê Roj got, ku ew rûpel cihê gumanê ye, û tu peywendiya wê rûpelê bi wê rastiyê ve nîne, û karê wan rûpelan şêwandina Raya Giştî ye, û helwêsta Leşkerê Roj ya xebatê bo hemû aliyekî diyare, û serkirdayetiya Leşkerê Roj her helwêsteke wê ya fermî hebe wê di rêya rûpela xwe ya fermî re belav bike.