Melyon zarok li Sûriyê naçin Dibistanan
PDK-S: Ji ber şer û binpêkirinên berdewam li Sûriyê hijmarek pir mezin ji zarogan li Sûriyê nikarin biçin dibistanan.
Xaça Sor ya Navdewletî ragehand, ku li Sûriyê û ji ber şer û piroseyên leşkerî, ku ta weke îro li deverên cuda cuda berdewame du melyon zarok nikarin biçin dibistanan.
Û serbarkir ku piraniya welatiyan li Sûriyê reweşa wan gelekî xerabe û ew debara jiyana xwe ji alîkariyên ku ji wan re têne pîşkêş kirin dikin ji ber wê yekê ew nikarin zarokên xwe bişînîn dibistanan .