Navenda Barzanî 72emîn salvegera şehîdbȗna Pêşewa Qazî Mihemed li Hanover vejand

Navenda Barzanî 72emîn salvegera  şehîdbȗna  Pêşewa Qazî Mihemed li Hanover vejand

PDK-S: Li bajarê Hanover yê Elmaniyayê navenda Barzanî ya rewşenbîrî li Hanoverê 72mîn salvegera şehîdbûna pêşewa Qazî Mihemed serok komarê Kurdistanê, ku li rojhlatê Kurdistanê ji aliyê rêjîma Îranî ve hatbû bidarvekirin vejand .

Bi wê bûneyê Elî Qazî Mihemed kurê nemir pêşewa Qazî Mihemed û hejmarek kurdên revenda Kurdistanî li bajarê Hanover beşdarbûn ,têde sirûda netewiya kurdî û helbest herweha sitranên netewî ji aliyê hunermend Silêman Hovik ve hatin pêşkêş kirin .