serkirdayetiya PDK-Sê beşdarî di vejandina salvegera koçbarkirina Hesen Sofî de kir
PDK-S: Roja Şemiyê 02. 04. 2022, malbata xebatkarê koçbarkirî Hesen Sofî yekemîn salvegera koçbarkirina wî bi beşdariyeke berfereh ji aliyê PDK-Sê û ENKSê vejand.
Di merasîmên vejandina salvegera koçbarkirina xebatkar û kesayeta niştîmanî û civakî Hesen Sofî, hejmarek gotin di nav de gotinên PDK-Sê û xwecehiya Dêrkê ya ENKSê hatin pêşkêşkirin .
Hesen Sofî bavê Ehmed Sofî endamê komîta herêmî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya yê revandî û binçavkirî ji aliyê milîsên PYDê ve ji beriya meh û nîvekê ve ,di 02 . 04. 2021 de koça dawî kir.