ENKSê: Kiryarên PYDê nakevin berjewendiya gavên yekrêziya mala kurdî de

ENKSê: Kiryarên PYDê nakevin berjewendiya gavên yekrêziya mala kurdî de

PDK-S: Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, derbarê êrîşa li ser nivîsgehên ENKSê û PDK-Sê li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, duh 5ê Îlûna 2021ê, got ku ev kiryar nakevin berjewendiya gavên yekrêziya mala kurdî de.

ENKSê di daxuyaniya şermezarkirinê de da zanîn ku: Di çarçoveya gaveke gurkirinê nû li dijî ENKSê, komeke çekdar ser bi PYDê ve, berbanga duh bombe avêtin nivîsgeha ENKSê li Dirbêsiyê, di encamê de, ziyaneke madî mezin hat tomarkirin, herweha heman koma çekdar, deriyê nivîsgeha PDK-Sê li heman bajarî, şikandin, û silogan xerab li ser dîwarên wê nivîsandin.

ENKSê anî ziman: Di heman rojê de, hin grûp bi ser PYDê ve, meşek li pişiya herdu nivîsgehan li dar xist, tê de axaftinên dûr ji rewştê gotin û ala Kurdistanê jî şewitandin. Ev kiryarên tirsandinê piştî zincîrek binçavkirina endam û alîgirên ENKS tê, ku di demekê de şêniyên kurd ji ber rewşa abûrî û ewlekarî ya zehmet dinalin, ew yek jî dihêle derbider bibin û herêm kurdî ji nişteciyên resen vala bikin.

ENKSê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser: Berdewamiya van binpêkirinan, nîşaneke ji armanckirina bingeha danûstandin li ser hatine danîn, û rêkarên afrandina baweriyê û gerantiya nedûbarkirin binpêkirinan e, ku aliyê Emerkî û fermandarê QSDê, soz dabûn dûbare nabin, herweha ev kiriyar berûvajî kedên aliyên Emerîkî ji bo berdewamkirina danûstandinên ku ji mehan ve rawestiyane tên.

Di daxuyaniyê de hatiye: Kiryarên tirsandinê yên ku dihêlin nakokiyên heyî kûrtir bibin, şermezar dikin, û tu car nakevin berjewendiya kedên yekrêziya kurdî de.

Emîndariya Giştî ya ENKSê di dawiyê de tekez kir ku: Ew dê berdewam berevaniyê di ber mafên netewî di ber gelê kurd de bikin, û ev kiryarên ku ziyanê digihînin doza kurdî û proseya demoqratî di welêt de tu carî nabin rêgir li berdewamiya kar û xebatê.