Şandek ji Konfidrasyona Revendên Kurdî seredana N.H.Kurdistanê ya ENKSê kir

Şandek ji Konfidrasyona Revendên Kurdî seredana N.H.Kurdistanê ya ENKSê kir

PDK-S: Şandek ji Konfidrasyona Revendên Kurdî seredana baregeha nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê li Hewlêrê kir .

Roja Sêşemê 07 . 06. 2022, şandek ji Konfidrasyona Revendên Kurdî ku ji her yek ji Ismaîl Kamil serokê Konfidrasyonê , Mamê Memo endamê komîta navendiya Konfidrasyonê , û Selam Kurdî endamê komîta serpiriştiya Konfidrasyona Revendên Kurdî pêk dihat seredana baregeha nûneratiya Herêma Kurdistanê ya EKSê kir .

Di civînê de serokê Konfidrasyona Revendên Kurdî behsa revanda kurdî li derve û giringiya damezrandina Konfidrasyonê û şaxên wê li tevaya welatên Cîhanî kir , ji aliyê xwe ve jî Mamê Memo behsa revenda kurdî li Rûsya û komarên Sovyêt yên berê û giringiya Konfidrasyona li welatên Yekîtiya Sovyêt ya berê kir herweha tekezî li ser guhdana wan bi doza kurdî li Sûriyê kir .

Ji aliyê xwe ve diktor Kawa Ezîzî serokê nûneratiyê tekezî li ser giringiya damezrandina Yekîtiya Revenda Kurdistanî li derver û rola wê ya giring di pênasîna doza kurdî bo raya giştî ya Cîhanî kir .