Şandeke PDKê serdana baregeha PDK-Sê li Zaxoyê kir

Şandeke PDKê serdana baregeha PDK-Sê li Zaxoyê kir

PDK-S: Roja Pêşemê 09 . 06. 2022, şandeke xwecehiya Derkarî ya Partiya Demokrata Kurdistanê seredana ofîsa Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê li Zaxo kir.

Şanda xwecehiya Derkarî ya Partiya Demokrata Kurdistanê bi seroketiya Salih Îsa û kadirên xwecehiyê pêk dihat, û ji aliyê endama komîta navendî ya PDK-Sê Heyam Ebdilrehman û çend endamên komîta herêmî ve hatine pêşwazî kirin.

Di civînê de herdu aliyan rewşa penaberan giftûgo kirin, û tekezî li ser hevrêziyê ji bo alîkariya penaberan bihtir were kirin kirin.