Rewangeha Sûriyê : 125 sivîl ji ber paşmayên şer canê xwe ji dest dane
PDK-S: Li bajarê Dêra Zorê di encama teqîna mayîneke çandî de ji paşmayên şer du zarok bi giranî birîndar bûn .
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragehand ku taxa Elrişdiye li Dêra Zorê mayîneke çandî ji paşmayên şer teqiya û di encamê de du zarok bi giranî birîndarbûn.
Li gorî amara rewangehê bi vê teqînê hejmara qurbaniyên teqînên mayên û bombeyên çandî ji paşmayên şer ji destpêka Çileya îsal ve û ta roja îro li navçeyên cuda cuda li Sûriyê gihiştiye 125 kesî ji wê hejmarê 9 jin û 54 zarokin , û 177 kesên din jî birîndarbûne.