Diktor Ebdulhekîm Beşar semînareke siyasî li kampa Qoştepe li dar xist
PDK-S: Diktor Ebdulhekîm Beşar endamê polîtbîroya Partiya Demoqrata kurdistan - Sûriya PDK-Sê semînareke cemawerî siyasî li kampa Qoştepe li darxist.
Diktor Ebdulhekîm Beşar cêgirê serokê Itlafa Niştîmanî di semînarê de behsa dawîn pêşveçûnên siyasî yên Sûriyê û piroseya siyasî ya ku hatiye rawestandin kir.
Herweha endamê Partiya Demoqrata kurdistan - Sûriya PDK-Sê behsa lêdwanên berpirsyarên Tirkiya yên vê dawiyê derbarê doseya Sûriyê û nêzîkbûnê navbera Tirkiya û Sûriyê de kir û bi dûr zanî ku tu guhartin di helwêsta Tirkiya de hebe, ji ber gelek doseyên nakokdar navbera Tirkiya û rêjîma Esede hene.
Derbarê peywendiya Kurdan bi opozisyonê re û bi taybetî ENKSê diktor Ebdulhekîm Beşar got, ku nûnerên ENKSê li Cenêv û li ser asta Navdewletî dibin çavdêriya Netewên Yekgirtî de kar ji bo avakirina Sûryayeke nû dide ku têde mafên Kurdan parastî bin, û ev çend pêwîstî bi wê yekê ye ku ENKSê di nava rêzên Itlafê de be.