Peyama Serok Barzanî ya ji bo salvegera ji dayikbûna Pêxemberê Îslamê

Peyama Serok Barzanî ya ji bo salvegera ji dayikbûna Pêxemberê Îslamê

Peyama Serok Barzanî ya ji bo salvegera ji dayikbûna Pêxemberê Îslamê
Bi navê xwedê mezin û dilovan

Bi boneya roja ji daykbûna Peyxemberê mezin, Hezretê Mihemed Elmustefa ( silavên xwedê li ser bin) pîrozbayî pêşkêşî tevahiya Misilmanên cîhan, Îraq û Kurdistanê dikim.

Di vê bîranîna han ya pîroz de daxwaz ji xwedê mezin dikim ku, deriyên xêr, bereket û rehmetê bi ser gelê Kurdistan, gelên Îraq û tevahiya deverê veke, aştî û aramî seraserê cîhan û devera me jî bigire.

Herwiha daxwaz ji yezdanê mezin dikim çandina biratî û bihevre jiyanê di navbera gelan de kûrtir û bihêztir bike.

Mesûd Barzanî

8ê Cotmeha 2022an