Keçeke bajarê Efrînê ji bo wergirtina Xelata Aştiyê ya zarokan hate hilbijartin

Keçeke bajarê Efrînê ji bo wergirtina Xelata Aştiyê ya zarokan hate hilbijartin

PDK-S: Keçeke kurd ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji bo wergirtina xelateke Navdewletî hate hilbijartin.

Tora Sûrî ya Mafê Mirovan ragehand, ku hilbijartina Sêrîn Mezlûm Ne'san ji bo wergirtina xelata Aştiyê ya Navdewletî ya zarokan hatiye pejrandin.

Û serbar kiriye, ku weke rêzgirtin ji keda wê re bi biştgiriya zarokan û veguhestina azarên wan bi sedema şer li Sûriyê, Sêrîn hatiye hilbijartin.

Tora Sûrî daye zanîn jî, ku 170ê zarok ji tevaya welatan ji bo wergirtina xelatê hatine pejrandin.

Sêrîn Mezlûm Ne'san keça Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, temenê wê 13 sale.