Şandek ji rêxistina Domîz ya PDK-Sê serdana Ofîsa karubarê Penaberaên Sûrî kir
PDK-S: şandeke rêxistna Domîz ya PDK-Sê bi serokatiya Mihemed Elî Ibrahîm berpirsê rêxistina Domîz ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, seredana nivîsgeha çavdêriya karûbarên penaberên Sûrî li Domîz1 kir.
Şand ji aliyê Ehmed Mihemed Selîm ve û endamên desteya çavdêriya karûbarên penaberan hate pêşwazîkirin.
Di seredanê de rola rêxistinên ku li kampê kar dikin û qelsbûna rola çend rêxistinekê û pêwîstiya veguhastina êş û azarên penaberan bo komisyona Bilind ya karûbarên penaberan, hatin behskirin.
Herweha giringiya ektîvkirina rola wan rêxistina bi rêya danîna pilan û xişteyên kar ku armanca wan xizmeta penaberên kampa domîz be hate gengeşekirin.