ENKSê êrîşa ser revenda Kurdî li Parîsê şermezar kir

ENKSê êrîşa ser revenda Kurdî li Parîsê şermezar kir

PDK-S: Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê êrîşa ser revenda kurdî li Parîsa paytexta Ferensa îdanekir û daxwaz ji Revenda Kurdî kir, ku hêmin bin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê di daxuyaniyekê de, ku ew êrîşa li ser Revenda Kurdî li navenda Ahmed Kaya ya rewşenbîrî hatî kirin bi tûndî îdane dike, û daxwaz ji Revenda Kurdî kir, ku hêminiyê biparêzin û xwe nexne xizmeta aliyên, ku dixwazin wêneya kurdan bi şêweyên, û pabendiyê bi yasayên welatê ferensa bikin.

Herweha ENKSê daxwaz ji Revenda Kurdî kir, ku kar li ser pênasekirina doza kurdî li welatên ku lêne bikin, û herweha Encûmena Niştîmanî ya Kurd daxwaz eşkerekirina sedem û armancên tawanê jî kirin, û got ku ew pişt rast ku Ferensa wê tawanbar bi sizayê bighîn e.