NY daxwaza perepêdaneke bêtir ji bo 6 milyon Sûrî di Zivistanê de dike

NY daxwaza perepêdaneke bêtir ji bo 6 milyon Sûrî di Zivistanê de dike

PDK-S: Netewên Yekgirtî daxwaza prepêdanê ji bo piştevaniya 6 milyon Sûrî di werzê zivistanê de dike.

Netewên Yekgirtî di daxuyaniya xwe de got, ku di sala 2022an de tenê 42% ji perepêdana pêwîst gihiştiye wan, û tenê demeke kurt maye û ev sal bidawî were û pêwîstî bi perepêdanê heye ji bo pêşkêşkirina alîkariyên zivistanê da ku jiyana bi melyonan kes li Sûriyê rizgar bikin.

Di daxuyaniyê de hat jî, ku şeş melyon kes li Sûriyê pêwîstiya wan bi alîkariyê mirovî heye û 2.5 li bakurê rojavayê Sûriyê dimînin û piraniya wan di rewşeke pir xirab de ji ber hejarî û nepeydabûna xizmetguzariyan dijîn.