Mihemed Ismaîl: Di demeke nêzîk de em kongira xwe li dar dixin

Mihemed Ismaîl: Di demeke nêzîk de em kongira xwe li dar dixin

PDK-S: Mihemed Ismaîl berdevkê fermî yê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya û berpirsê birêvebir yê Polîtbîroya heman partiyê, ragihand ku Serok Mesûd Barzanî rêberê gelê kurd e, em spasiya serokatiya herêmê bo pêşkêşkirina hêsankariyan dikin, ku civîna serkirdayetiya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya ya ku li Hewrlêrê bi rê ve çûye, biber û erênî bû û biryarên girîng tê de hatin standin.

Mihemed Ismaîl ji ARKê re da zanîn ku di demeke nêzîk de em ê kongira xwe li dar bixn, û amadekarî berdewam in. Sedemên rêgirîkirina çekdarên PYDê ji derbasbûna serkirdeyên PDK-Sê bo Herêma Kurdistanê diyar kir ku dijayetiyeke siyasî ji aliyê PYDê ve ye. Ameje kir ku karên cîdî bo tevlîkirina ciwan, jin û xebatkarên kevin di kongira bê de hene

Mihemed Ismaîl anî zimên ku: Em beşek in ji gelê Sûriyê û opsizyona Sûriyê, em tekeziyê li ser dîtina çareseriyekê li gorî biryara 2254 dikin

Mihemed Ismîal: PDK-Sê nûnerê rasteqîne yê doza kurdî ye lewma ji aliyê gelekan ve tê armanckirin. Em xwe naçemînin, û di xebata xwe de berdewam in, revandina hevalên me ji aliyê PYDê ve red dikin

Mihemed Ismaîl: Hin milîsên bi ser Itîlafê ve dijayetiya doza kurdî dikin, û nijadperest in, em guhertina demografî red dikin û bi vegere koçberkiriyan re ne.

Mihemed Ismaîl da zanîn jî ku ENKSê ji gelê kurd re destkeft e û di hewlên xwe de bo pêşxistina wê de berdewam in.

Mihemed Ismaîl got: Tişta ku li Rojhilatê Kurdistanê heye raperîn e, em yekbûna du partiyên pîroz dikin

Serkirde Mihemed Ismaîl namekê arastey endam û alîgirên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya kir û got ku divê karekî cidî bikin da ku partî pêş bixin û xizmeta doza kurdî bikin.