Mesrûr Barzanî pîrozbahî pêşkêşî karkerên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir

Mesrûr Barzanî pîrozbahî pêşkêşî karkerên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî pêşkêşî karkerên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir.
Naveroka pîrozbahiyê ev e:

Bi minasebeta roja cîhaniya Karkeran, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî Karkerên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.
Bi rêzdarî ve li erk, xebat û rola wan ya bo awedan kirina Kurdistanê dinêrin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser prosesa reforman bo baştir kirina rewşa jiyana Karkeran li Kurdistanê de û di vê warî de di demên derbasbûyî de proje qanûna kar li herêma Kurdistanê hatiye pejrandin ku, beşeke ji reformên kabîneya 9an ya hikûmetê bo baştir kirina jiyan û misoger kirina mafên Karkeran di warê tendirostî, selametiya pîşeyî û dabîn kirina mafên wan yên qanûnî û danîna sînor bo her cure sitem û çewsandinek li ser Karkeran.
Roja Karkeran pîroz be û hêviya jiyaneke xweş bo wan dixwazim.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî