3 sal li ser koçbarkirina xebatkar Mihemed Emîn Ebas re derbas dibe

3 sal li ser koçbarkirina xebatkar Mihemed Emîn Ebas re derbas dibe

PDK-S: Roja Pêncşemê 28ê Îlona 2023ê, sêyem salvegera koça dawî ya serkirde endamê komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya Mihemed Emîn Ebas derbas dibe.

Jînenîgariya serkirde Mihemed Emîn Ebas:

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya Mihemed Emîn Ebas di sala 1964an de li gundê Qestban ê navçeya Çil Axa ya Kurdistana Sûriyê ji dayîk bûye.

Qonaxa seretayî li gundê Qestbanê xwend, xwendina xwe ya amadeyî li bajarê Qamişlo kir, û li Peymangeha Navendî ya Pêşesazî ya “Beşê Elektrîkê” li bajarê Hesekê xwend.

Di sala 1980 de tevlî Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya bû, û bû endamê encûmena navçeyê .

Di sala 2007an de, bû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya, û di kongireya 2014an de, careke din ji bo Komîteya Navendî hate hilbijartin.

Mihemed Emîn Ebas çendîn caran ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hat girtin û di sala 2014an de ji aliyê çekdarên PYDê ve hat girtin, û di encama gefên ku ji aliyê wan ve hatibûn, penaberî Herêma Kurdistanê bû, û çû Almanyayê, lê ew ji bo temamkirina xebata xwe vegeriya Herêma Kurdistanê.

Berpirsiyarê rêxistina Leşkarê Roj ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya bû, û piştre bû berpirsê rêxistina Kampa Domîz ya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyê heta koça dawî kir.

Termê Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya Mihemed Emîn Ebas di 29ê Îlona 2020an de ji Herêma Kurdistanê bo Kurdistana Sûriyê hat veguhestin û li gundê Qestbanê yê devera Çil Axa bi xakê hat spartin .