Şandeke ENKSê bi Parêzgarê Hewlêrê re civiya

Şandeke ENKSê bi Parêzgarê Hewlêrê re civiya

PDK-S: Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê îro Duşemê 02.10.2023ê bi parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw re civiya, û di civînê de behsa rewşa penaberên li kampên Herêma Kurdistanê kirin.

Şande ji Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê Dr. Ebdulhekîm Beşar û Endamê Desteya Danûstandinan a Sûriyê Ibrahîm Bero pêk dihat.

Di hevdîtinê de rewşa Kurdistana Sûriyê û pêşhatên dawî yên Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de rewşa kampên penaberan li Herêma Kurdistanê bi giştî, kampa Daraşekranê bi taybetî, penaberên Kurdistana Sûriyê û projeyên ku li kampên li ser sînorên parêzgehê hatine pêkanîn, gotûbêjkirin.

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Hewlêrê tekez kir, ku ew dê bi hemû şêweyan xizmeta penaberên Kurdistana Sûriyê bikin û her pirsgirêkeke ku hebe wê çareser bikin.

Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê spasiya parêzgarê Hewlêrê li ser hewlên wan di xizmetkirina penaberan de kir.