Waşinton daxwaza sizadana rêjîma Sûriyê kir

Waşinton daxwaza sizadana rêjîma Sûriyê kir

PDK-S: Emerîka daxwaza sizadana rêjîma Sûriyê kir.

Rîtşard Mîliz cêgirê nûnera Emerîka di Netewên Yekgirtî de di rûniştina Encûmena Ewlehî de daxwaz ji civaka Navdewletî kir, ku fişarê li rêjîma Sûriyê bikin da ku li ser bikaranîna çekên kîmawî li dijî miletê Sûriyê were sizadan .

Mîliz serbarkir, ku tevî hemû daxwazên me hîn rêjîma Sûriyê bi piştevaniya Rûsiya di paşxistinê de di eşkerekirina çekên kîmawî li cem berdewame .

Cêgirê Emerîkî got jî, ku divê rêjîma Sûriyê bi biryara 2118 û rêkeftina çekên kîmawî pabend be.