Qamişlo.. ENKS salvegera yekemîn ya koçbarkirina xebatkar Mihemed Sebrî vedijîn e

Qamişlo.. ENKS salvegera yekemîn ya koçbarkirina xebatkar Mihemed Sebrî vedijîn e

PDK-S: Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, ENKSê, salvegera yekemîn ya koçbarkirina xebatkar Mihemed Sebrî, siba 17ê Cotmehê 2023yan li Rojavayê Kurdistanê bi bîr tîne.

ENKSê di vexwendinekê de, da zanîn ku li bajarê Qamişlo li goristana Mehmeqiyê salvegera yekê ya koçbarkirina kesayetiya niştîmanî Mihemed Sebrî bavê şehîd Ferhad tê vejandin.

Merasîm demjimêr 4.5 ber êvarê bi rê ve diçe, ENKSê di vexwendina xwe de bang li hemû aliyan kiriye.

Ferhad Mihemed Serbî, piştî beşdarî di Raperîna 12 Adara 2004an de kir, ji aliyê rêjîma Esed ve hat girtin û di bin eşkenceyê de di 8ê Nîsana 2004an de jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.