PDK-Sê semînarek rêxistinî - siyasî li Mêrsînê li dar xist
PDK-S: Roja Çarşemê 18ê Cotmeha 2023, encûmena herêmî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê semînarek rêxistinî - siyasî,li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê li dar xist.
Semînar ji aliyê endamê komîteya navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê û berpirsê rêxistinê Muslim Mihemed birêveçû.
Endamê komîteya navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê Muslim Mihemed behsa hemû bûyer û pêşhatên siyasî yên dawî yên li Sûriyê kir, û di civînê de behsa rewşa rêxistinî ya partiyê kir .
Her wiha semînarek siyasî û rêxistinî ji bo endam û kadroyên encûmena şaxî ya PDK-Sê li dar xist.
Endamê komîteya navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê Muslim Mihemed tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna endaman bi biryarên partiyan kir.
Herweha Mihemed behsa rewşa siyasî kir, û tekezî li ser pêwîstiya çareseriyeke siyasî û cîbicîkirina biryara Navdewletî ya 2254 kir.