Mihemed Ismaîl: Encûmena Niştimanî ya Kurdî li ser parastina mafên gelê Kurd berdewam e

Mihemed Ismaîl: Encûmena Niştimanî ya Kurdî li ser parastina mafên gelê Kurd berdewam e

PDK-S: Emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê di civîna xwe ya roja Yekşemê (04. 02. 2024) li bajarê Qamişlo yê Kurdistana Sûriyê de, çend mijarên giring gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyeke taybet de sekreterê Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya û endamê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Mihemed Ismaîl ronahî xiste ser naveroka civîna Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, û got ku biryarên Encûmena Niştimanî ya Kurdî di nava 3 mehên borî de hatin gengeşekirin.

Mihemed Îsmaîl got jî, ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî li ser nêrîna xwe ya siyasî ya ku di kongireya xwe ya dawî de hatibû amade kirin û pesendkirin berdewam e, û tekezî li ser siyaseta Encûmena Niştimanî ya parastina mafên gelê kurd li Kurdistana Sûriyê û li ser asta herêmî û navdewletî kir. .

Herweha Ismaîl tekez kir, ku amadebûyan pêşhatên dawî yên navçeyê, û bandorên şerê berdewam li navçeyê û encamên metirsîdar ên ku dibe ji kêşeyên heyî yên di navbera hêzên leşkerî yên cîhanî de, gotûbêj kirin.

Li ser asta rêxistinî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî, Mihemed Îsmaîl amaje bi wê yekê kir, ku Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî aktîvkirina hemû ofîs û komîteyên di nava Encûmena Niştimanî ya Kurdî, Eniya Aştî û Azadî û Hevbendiya Niştimanî Sûrî piştrast kir.