Şandeke rêxistina Duhokê ya PDK-Sê serdana malbata şehîd Cemal Mustefa kir
PDK-S: Roja Pêncşemê 26.10.2023, şandeke Rêxistina Duhokê ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê serdana malbata şehîdê Pêşmerge Cemal Mustefa Mihemed li kampa Feyda ya penaberên Kurdên Sûriyê li Duhokê kir.
Şanda PDK-Sê bi serokatiya Mihemed Elî Ibrahîm endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê, û hejmarek ji endamên encûmena navçeyê şaxî pêk hat.
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Mihemed Elî Ibrahîm behsa rola şehîdan û Pêşmerge û qurbaniyên wan ji bo parastina xaka Kurdistanê kir.
Ji aliyê xwe ve malbata şehîd spasiya serdana şanda Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya kir.
Şehîd Cemal Mustefa Mihemed di 26ê Cotmeha 2017an de bi rêhevalên xwe re li eniya Eyn Oweysê de ehîd bû.