Şandeke Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya beşdarî konferansa Kurdên Êzidî li Almanyayê bû

Şandeke Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya beşdarî konferansa Kurdên Êzidî li Almanyayê bû

PDK-S: Şandeke serkirdayetiya Rêxistina Ewropa ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê beşdarî konferansa Kurdên Êzidî bû, ku ji aliyê Komeleya Kurdên Ewropayê ve li bajarê Kolnê yê Almanyayê hat lidarxistin.

Şanda PDK-Sê bi serokatiya endama mekteba siyasî ya partiyê û berpirsê rêxistina Ewropa Nafie Beyro û endamê Komîteya Navendî Ebdul Basit Hemo , Mihemed Seadûn, Îbrahîm Hacî Reşîd û Cenkî Osman pêk hat.

Nafî Beyro gotina Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya pêşkêş kir, got: êzîdî kurdên resen in û hewl tê dayîn ji neteweya wan bê dûrxistin û divê hişyarî bê kirin.

Kurd bi olên xwe yên cur bi cur rastî neheqiya kolonyalîzmê hatine .

Nafî Beyro endamekê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya helwesta Serok Barzanî ya derbarê Kurdên Êzidî de bilind nirxand.

Beyro di dawiya axaftina xwe de daxwaz ji hikûmeta Almanyayê kir , ku Kurdên Êzidî ji biryara vegerandina beşek ji welatiyên Iraqê ji bo welatê xwe dûr bixe, ji ber ku deverên wan li Şingalê hîn jî ji aliyê hêzên biyanî ve tên birêvebirin.