Rêxistina Amûdê ya PDK-Sê dê semînarekê li dar bixe
PDK-S: Bi boneya 63mîn salvegera komkujiya Sînemaya Amûdê, Rêxistina Amûdê ya Partiya Demuqrata Kurdistan Sûriya PDK-Sê we vedixwînin semînarekê bi navê Bandora komkujiyê û encamên wê li ser Amûdê û Kurdistana Sûriyê.
Semînar ji aliyê endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî Hac Mihemed Omer Şêxmûs û nivîskar Bedraxan Tagli ve were pêşkêşkirin.
Demjimêr 11 Sibehê roja Sêşemê 14. 11. 2023
Cih: Ofîsa PDK-Sê li bajarê Amûdê, nêzîkî dibistana Umer Bin Yaser
Li Bajarê Amûdê yê Kurdistana Sûriyê berî 63 salan di 13ê Çiriya Paşîn a sala 1960an de nêzîkî 283 zarokên temenê wan 12 salî şehîd bûn.