PDK-Sê semînarek siyasî li bajarên Mêrsîn û Cîhanê lidar xist

PDK-Sê semînarek siyasî li bajarên Mêrsîn û Cîhanê lidar xist

PDK-S: Duh, Duşemê 11.12.2023, Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, li bajarên Mêrsîn û Cîhanê yên Tirkiyê semînarek siyasî lidar xist.

Semînar ji aliyê berpirsê rêxistinê Muslim Mihemed endamê Komîteya Navendî ve hate birêvebirin, Muslim Mihemed endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê, behsa dawî pêşhatên siyasî yên Navdewletî û herêmî kir.

Mihemed herwiha behsa rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Kurdistana Sûriyê bi taybetî kir.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê Muslim Mihemed, tekezî li ser pêwîstiya çareseriyeke siyasî li gorî biryara 2254 ya Encûmena Navdewletî kir.