Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya Koma Deşta Sirûcê li bajarê Kobanê xelat kir

Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya Koma Deşta Sirûcê li bajarê Kobanê xelat kir

PDK-S: Îro Înê 05.01.2024, Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, Koma Deşta Sirûcê ji bo pêzanîna rola wê di folklora Kurdî de û rola wê ya girîng di cejna Newrozê de û hemû helkeftên neteweyî de, xelat kir.

Di Merasîma xelatkirinê de Hesen Remzî, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya û berpirsê rêxistinê li Kobanê, gotinek pêşkêş kir, û tê de hewlên komê di pêşkêşkirina dîlanên folklorî di cejna Newrozê de û giringiya stran, mûzîk û dîlanên folklorî di Newrozê de bilind nirxand.


Di dawiyê de, Hesen Remzî, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya, spasiya komê û berpirsên wê bi taybet Omer Muslim û Idrîs Mela Elî kir, ji ber hewlên wan di serkeftina komê de.