Serkirdayetiya PDK-Sê beşdarî di merasîma çilrojiya nivîskar û helbestvanê kurd Mûsa Zaxûranî kir

Serkirdayetiya PDK-Sê beşdarî di merasîma çilrojiya nivîskar û helbestvanê kurd Mûsa Zaxûranî kir

PDK-S: Roja Şemiyê 27.01.2024, şandeke serkirdatiya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê beşdarî di merasîma çilrojiya nivîskar û helbestvanê Kurd Mûsa Zaxûranî li li kampa Domîz kir.

Serkirdayetiya PDK-Sê û hejmarek ji rewşenbîr û nivîskarên kurd di mersîma çilrojiyê de amedebûn.


Di merasîma çilrojiyê de, endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya Hacî Kalo gotinek pêşkêş kir, û tê de behsa rola nivîskar û rewşenbîran di nava refên tevgera Kurdî li Sûriyê kir, bi taybetî rola nivîskar Mûsa Zaxûranî.

Mûsa Zaxûranî di sala 1955an de li gundê El-Letîfiyê yê bi ser bajarê Qamişlo ji dayîk bûye, û di 19ê Kanûna 2023an de li yek ji nexweşxaneyên Hewlerê koça dawî kir, termê wî yê pak di deriyê sînorî yê Pêşxabûrê re hate veguhestin û li goristana Mehmeqeye li bajarê Qamişlo, li Kurdistana Sûriyê, hat veşartin.