Bingeha Himêmîm ya leşkerî bi 36 mûşekan hat armanckirin

Bingeha Himêmîm ya leşkerî bi 36 mûşekan hat armanckirin

PDK-S: Wezareta berevaniya Rûsiya eşkere kir, ku bingeha Himêmîma leşkerî ya Rûsî dû çaran ji aliyê girûpên çekdar ve hate armancikirin .

Di daxuyaniyekê de Vîktor Koptişîşnî rêvebrê navenda Himêmîma leşkerî ya li hevhatinê li Sûriyê ragehand, ku girûpên çekdar bi 36 mûşekan bingeha Himêmîm ya Rûsî li gundewarê Lazqiyê bombebarankirin bê ku tu ziyanên canî yan jî madî hebin .

Herweha Koptişîşnî dazanîn, ku yekem êrîş danê sibehê hate encamdan û ya dûm danê êvarî hat rûdan lê hêzên berevaniya esmanî ya Rûsî bersiva wan herdû êrîşan da .