Şandeke PDK-Sê serdana PGK-S kir
Şandeke Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê duh, Pêncşemê, serdana nivîsgeha Partiya Gel ya Kurdistanî – Sûriya li bajarê Qamişlo yê Kurdistana Sûriyê kir.
Şanda PDK-Sê bi serokatiya sekretêrê partiyê Mihemed Îsmaîl bû û endamtiya Dr. Lezgîn Fexrî Endamê polîtbîroyê, Nafih Ebdulah û Hesen Remzî endamên Komîteya Navendî ya Partiyê pêk dihat.
Şanda PDK-Sê ji aliyê Ebdulsemed Xelef Biro Sekretêrê Partiya Gel ya Kurdistanî – Sûriya û hejmarek ji endamên serkirdatiya wê ve hat pêşwazîkirin.
herwiha Herdu aliyan pêşhatinên dawî yên di warê siyasî yên Kurdî û li ser asta Sûriyê de û bihêzkirina peywendiyên di navbera herdu aliyan de gotûbêj kirin.