Austin: Herêma Asya-Pasîfîk ji bo me girîng e
Wezîrê Berevaniya Emerîkayê Lloyd Austin roja Şemiyê 1ê Hezîranê 2024an, ragihand ku Emerîka nikare "ewleh be ta Asya ewleh nebe" û tekez kir ku herêma Asya-Pasîfîk ji bo wan "girîng" e.
Daxuyaniya Austin tê piştî danûstandan bi hevşanê wî yê çînî Dong Jun re li Sîngeforayê.
Û got "Emerîka nikare ewleh be ta Asya ewleh nebe."
Serbar kir, "tevî pevçûnên li Ewropa û Rojhilata Navîn, herêma Hind-Pasîfîk ji me re wekû devereke operasyonan a pêşîn dimîne."
Piştî axaftinên Austin, berprisê leşkerî yê Çînî general Geng Jianfeng Emerîka bi "avakirina kopiyekê ji NATOê li Asya-Pasîfîkê" tawanbar kir da ku "desthelata xwe li herêmê biparêze."
Diyaloga Shangri-La formeke berevaniyê ya salane ye û di salên dawî de bûye pîvana asta têkiliyên Çîn-Emerîkayê.