Roja Zimanê Kurdî
Roja Zimanê Kurdî
Henan Cefer-Stenbol
Bi boneya roja zimanê kurdî hezkiriyên ziman û çanda kurdî bi cil û bergên rengereng derketin seyranê û li havîngehê li hev civiyan, mamoste Hêman bi dilsozî derket ser dik yê ku berî wê bi rojekê amade kiribûn, bejna xwe xûz kir bi nirxandan ji amadebûna zimanhezan re û got "ziman nasnama mileta ye" bi hêvî me hûn xwedî li zimanê xwe derkevin, panzdehê gulanê wek roja zimanê kudrî hatî destnîşankirin ji ber ku weşana yekem bû "Hawar" bûye destpêka bikaranîna tîpên latînî roja tevî bingehîn e di sala hezar û nehsed û sî û diduyan de li bajarê şamê ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve derket
(ziman serketin yan binketina mileta ye, û pêşkevtin yan paşveçûn e)
*ziman kulîna agahî û ramana ye, zimanê raborî, dema niha û paşerjê ye, endamê bingehîn e û tomara nasname ye, gel ava û vejîn dike bi şêwe ya netewî lê nijadperest şerê zimanê me dikin û keletora me sextekirin dikin ku tune bikin, îro em dibîsin û dibînin çawa zarokên me bi zimanê û kultûra biyanî bandor dibin wek em dê û bav û liberketiyê çanda kurdî hayî vê yekê hebin, em li dîroka xwe vegerin ew beşek e ji şaristaniyê ye, em zêmanê xwe biparêzin ji bêjeyên biyanî, em bizav bikin rêzimanê xwe nas bikin….
*çawa her yek dixwezê rûmeta xwe biparêzê ziman jî rûmet e, lewra ziman çanda ye, raman e, tora mirovtiyê ye , rola rasteqîn a avabûna mirov ya giyanî tevî kultûr û bîrdanka jîndar e, parastina kelepûr û nasname ye bêgûman ziman pêwîst û girîng e di serdema zanistiyê de ku jiyana netewî berdewam be "dê û bav xewa şevê nakin ta mendal aram û dilxweş be" û ziman jî wisa ye.
*hêjano bi hemû zimanan bixûnin û bi zimanê xwe binivîsin ji bo zimanê we dewlemend bibe, her tişt bi zimanê dayîkê xweş e ta nifir, çêr û sixêf jî. Hûn dikarin nifir û sixêfan û biwêjan bişînin ku em li ba xwe binivîsin ziman barana erd û ezman digehe hev û erdê şîn dike bi gul, gulîlk û geya dixemlîn e xemla milet jî ziman e…
*çepik bilind bûn û kevok ji rekehê felat kirin li ezmanê seyrangehê perwaz kirin û geriyan bi dilgeşî roja xwe domandin. Çend roj di ser vê boneyê re derbas dibin kurdekî dilsoz ku ji aliyê berhevkirina biwêj, nifir û sixêfan vex west alîkariya mamoste Hêman bike radibe bi telefûnê lê digerê Hêman çawa pêgera xwe vedikê di ci de dibêje mamote min ji te re çendek berhevkirin e û bi awayekî lezok dibêjê kurê kerê, teres bav, xweda te nehêle, bêrûmet, stû li te bişkê, qet tu têrnexê, xweda dikim felc bibe… mamoste Hêman hêrs û engirî bû got law tu kîyî tu şerm û fedî nakê yekser pêger li rû wî girt.