WFPê alîkariyên xwarinê li ser hezaran penaberên Sûrî li Urdunê raswestand
Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) niyaza rawestandina alîkariyên xwarinê li ser 100,000 penaberên Sûrî yên li Urdunê dimênin, ji Tîrmeha bê ve ragihand.
Kenala "Elmamlaka" ya Urdunî li ser zarê cîgira birêvebirê WFPê li Urdinê, Lauren Goblet, got: "bername pêwîstî bi birêvebirina çavkaniyên me yên sînordar heye da ku pêşî malbatên herî pêwîst alîkariyan werbigirin".
Li gorî WFPê, Piştî kêmbûna hejmara alîkariyên mehane sala borî, rêjeya nebûna ewlehiya xwarinê di nav penaberên Sûrî yên li Urdinê de di her çar mehên sala 2024an de, li gorî her çar mehên sala 2023an (berî kêmkirinê), zêde bû.
30% ji nişteciyên kampan li Urdunê kar dikin, ku piraniya wan demkî yan demsalî ne, û alîkariyên darayî dahatê 57% wan in.