Termê 3 penaberên Kurd li Bosna hatin dîtin

Termê 3 penaberên Kurd li Bosna hatin dîtin


PDK-S: Li ser sînorê Yonanê û Bosne termê 3 penaberên Rojavayê Kurdistanê di malekê de hatin dîtin.

Jêderke taybet ji gundê Qermetilq yê Efrînê ji ARKê re ragihand, ku termê ciwanê bi navê Siyamend Dado bi dû hevalên xwe re di malekê de li welatê Bosne hatin dîtin .

Ew jî piştî ku polîsên sînor yên Bosne kel û pel û pereyên wan ji wan birbûn lewma berê xwe dane malekê daku xwe ji sermayê biparêzin .

Derbarê sedema jiyan ji destdana wan, jêderê tekez kir ku berpirsên nexweşxaneyê dibêjin ku ji ber xenqandina wan di wê malê de jiyana xwe ji dest dane lê ta niha hîn sedemên rasteqîne nehatine diyarkirin.

Hersê penaber ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ne û herdû welatiyên din hîn navên wan nehatine naskirin .