Çekdarên PYDê endamekî din ê PDK-S li Dêrikê revand
Çekdarên PYDê li bajarê Dêrikê endamekî Encûmena Şaxî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya (PDK-S) revand.
Çekdarên PYDê berbanga Yekşemê 9ê Hezîranê, êrîşî mala endamê encûmena şaxî ya PDK-Sê Xalid Mîro li bajarê Dêrikê kir û berev ciheke nediyar ve birin.
PYD di binpêkirinan li dijî Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û partiyên wê de berdewam e, û hîn jî çarenivîsa hejmarek serkirde, rojnamevan û çalakvanan di zindanên PYDê de ne diyar e.