Cinêv.. Desteya Danûstandkar dawîn pêşhateyên siyasî gotûbêj dike
Desteya Danûstandkar ya Sûrî roja Yekşemê 9ê Hezîranê, civîna xwe ya asayî li Cinêvê li dar xist û dawîn pêşhateyên siyasî gotûbêj kir.
Serokatiya Desteyê û endamên wê beşdar dibin û li gel şandiyê navdewletî yê taybet bo Sûriyê Geir Pedersen dicivin.
Desteya Danûstandkar got: "Lîsteya civînan hevditinên li gel şandiyên navdewletî bo Sûriyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, navendên lêkolînan ên Sûrî û diplomatkarên Ewropî û Erebî li xwe digre".
Diyar kir, dê ew tekeziyê li ser doseya girtiyan û bicîkirina biryarên 2254 û 2118 ên navdewletî ji bo çareserkirina rewşê li Sûriyê bike.