Amerîka û Rûsiya welatiyên xwe hişyar dikin ku neçin Lubnanê

Amerîka û Rûsiya welatiyên xwe hişyar dikin ku neçin Lubnanê

Balyozxaneya Amerîka li Beyrûtê hişyarî da welatiyên xwe ji çûna Lubnanê ji ber zêdebûna metirsiya tundûtûjiyê di navbera Îsraîl û rêxistina Hizbulah de.

Herwaha di wê çarçoveyê de, Roja Çarşemê, Almanya jî bang li welatiyên xwe kir ku di zûtirîn dem de ji Lubnanê derkevin.

Şerê di nabîne Îsraîl û Hizbulah de ji 7ê cotmehê ve, ku bû sedema şerê Xazayê, rojana li ser sînor, ber bi zêdebûna tundiya bombebaranê geş û bilind tir dibê.

Wezîrê Berevaniya Îsraîlî "Yoav Xalant", êvara Çarşemê, di dawiya serdana xwe de li Waşintunê, ragihand ku Îsraîl "şer naxwaze " li dijî Hizbulah bike, lê ew dikare "zerarê li Lubnanê " bike, û tekez kir ku welatê wî dikarê, Ger pêwîstbe Lubnanê vegerîne "serdema kevir".